Çarenûsa du girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ne diyar e

Du hefte di ser girtina du welatiyên Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibin û hîna jî çarenûsa wan ne diyar e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku du girtiyên siyasî yên berê, Yaser Advayi û Soban Advayi careke din hatine girtin.

Li gor agahiyan, her du welatî ji gundê Slen ê girêdayî Sawlawa ya Rojhilatê Kurdistanê ne.

Girtî di roja Pêncşemê (13'ê Mijdara 2025'an) de ji aliyê Istixbarata dewleta Îranê ve hatibûn girtin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku Yaser Advayi û Soban Advayi ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bêpar in.

Her wiha destnîşan kir ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye