Hikûmeta Veguhêz êrîşa li gundewarê Şamê şermezar kir

Hikûmeta veguhêz a Sûriyê êrîşa Îsraîlê ya li bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta karên derve ya Hikûmeta veguhêz a Sûriyê êrîşa Îsraîlê bi "Hovane û xetere" bi nav kir û diyar kir ku Îsraîl berpirsyarê vê rageşiyê ye.

Her wiha Wezaretê hişyarî da ku berdewambûna êrîşan gefan li ewlehiya herêmê dixwe û divê NY û komkara Erebî berpirsyariya xwe ya rastandina van êrîşan bi cih bînin.

Li gorî Rêwangeha Sûrî ya Mafê Mirovan  ( SOHR ), di encama êrîşa Îsraîlê û pevçûnên li Beyt Cinê de 15 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye