Benjamin Netanyahu: Min fermana êrîşên li dijî Dahiyê da

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Başûrê Libnanê didomin. Îsraîlê kuştina fermandarekî Hizbullahê ragihand, Hizbullahê jî diyar kir ku di 24 seatên dawî de, wê 21 carî êrîşî hêzên Îsraîlê kiriye.

reset font size increase font size

Operasyona leşkerî dewam dike û Libnan di bin êrîşên dijwar yên Îsraîlê de berdêlên giran dide.

Vê sibê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxuyaniyek da.

Benjamin Netanyahu diyar kir ku wî ferman daye artêşê ku Dahiya li başûr bombebaran bike.

Netanyahu kontrokirina Keleha Şiqêf wekî pêşketineke girîng bi nav kir.

Netenyahu diyar kir ku ew dixwazin kontrola xwe li ser deverên di bin destê Hizbullahê de berfireh bikin.

Piştî vê fermanê, xelkên başûrê Libnanê ji malên xwe derketin û ber bi herêmên biewle ve çûn.

Hizbullah: Me 21 carî êrîşî hêzên dijmin kir

Hizbullah jî piştî fermanê, bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 seatên dawî ya êrîşên xwe eşkere kir.

Hizbullahê diyar kir ku wan di 24 seatên dawî de li eniyên başûrê Libnanê 21 carî êrîşî hêzên Îsraîlê kiriye.

Li gorî wê, wan di êrîşên xwe de leşkerine Îsraîlî birîndar kirin û gelek amûrên leşkerî jî rûxandin.

Îsraîlê kuştina fermandarekî Hizbullahê ragihand

Îsraîlê da zanîn ku yek ji fermandarên Hizbullahê, Ebû Elî Hemze, li bajarê Sûrê yê başûrê Libnanê hat kuştin.

Kenala 13 a Îsraîlê jî ragihand ku Îsraîl berfirehkirina operasyonên xwe li eniya bakur dinirxîne û dibe ku heta Beyrûtê bigire nava xwe.

Israel Katz: Aramiya Beyrûtê bi ewlehiya bakurê Îsraîlê ve girêdayî ye

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz aramiya li Beyrûtê bi ewlehiya bakurê Îsraîlê ve girê da.

Israel Katz diyar kir ku ew ê operasyona xwe dewam bikin, heta ku herêmê kontrol bikin.

Serokkomarê Libnanê Jozef Ewn li ser platforma X'ê postek belav kir.

Jozef Ewn Îsraîl bi tundî rexne kir û wiha got:

"Libnan bi êrîşên hovane re rûbirû ye.

Ji bo bidawîkirina zehmetiyên ku gelê Libnanê di nav de dijî, em di nava xebatê de ne."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24