Centcom: Me êrîşî cihên stratîjîk li giravên Îranê kir

Di nava agirbest û danûstandinan de jî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê êrîş li dijî hev pêk anîn. Di derbarê van êrîşan de, her du alî hevûdu bi binpêkina agirbestê tewanbar dikin. Aliyên Amerîkî radigihînin ku wan wekî bersiv ji kiriyarên Îranê re, êrîşî giravên Îranê kir û aliyên Îranî jî didin zanîn, ku destpêkê Washington ev êrîş dest pê kiriye.

reset font size increase font size

Tevî dan û standinên ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê de ji bo bidawîbûna şer pêk tên jî, Amerîka êrîşî du giravên Îranê kir.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Amerîkayê di roja şemî û yekşemê de, êrîşên esmanî li ser cihên radarê û navendên fermandarî û kontrolkirina dronan li du giravên Îranê pêk anîne.

CENTCOM'ê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku ev êrîş weke bersivek ji bo kiryarên dijminane yên Îranê hatine kirin ku yek ji wan kiriyaran jî, xistina balafireke MQ-1 a Amerîkî bû."

Pasdarên Îranê: Me êrîşî binkeya hewayî ya DYA'yê kir

Li aliyê din, li gorî ajansa nûçeyan a Îranê Fars, Supeya Pasdarên Îranê, da zanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li Girava Sîrîkê birca ragihandinê kiriye armanc û wiha eşkere kir:

"Wekî bersivdayîna vê êrîşê, binkeya hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hatiye armancgirtin û hinek armancên girîng hatine rûxandin.

Eger êrîş berdewam bikin, wê bersiveke berfirehtir û tundtir bê dayîn

 û berpirsê encamên vê yekê jî wê rasterast Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê be”.

Qalîbaf: DYA'yê di parastina agirbestê de têk çûye

Her wiha Serokê Parlamentoya Îranê û danûstandinkarê sereke Mihemed Baqir Qalîbaf erîşên li ser Libnan û dorpêça Deryayî ya Amerîkayê, wekî nepejirandina agirbestê ji aliyê Amerîkayê ve bi nav kir û wiha daxuya kirin:

"Astengkirina deryayî û zêdebûna sûcên şer li Libnanê

delîlên eşkere ne ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di parastina agirbestê de têk çûye.

Her bijardeyek bihayek xwe heye û dema ku wextê dayînê were, hesab dê were çareserkirin.

Di dawiyê de, tevahiya wêneyê dê zelal bibe.

Beqayî: Kiryarên Amerîka û Îsraîlê ji hev ne cuda ne 

Her wiha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaiî jî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi têkdana pêvajoya dîplomatîk tawanbar kir û wiha axivî:

“Danûstandin di nav guman û bêbaweriyeke berbiçav de dest pê kirin û di van şert û mercan de jî berdwam dike.

Rayedarên Amerîkî gelek caran helwestên xwe diguherînin.

Bê guman, ev rewş danûstandinan dirêj dike.

Tehran bawer dike ku kiryarên Îsraîlê li herêmê, tevî Libnanê, ji yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cuda nînin.

Amerîka di her tiştê ku li Libnanê diqewime de lîstikvanek çalak û domdar e."

Trump: Dan û standinên bi Tehranê re baş derbas dibin

Tevî rageşiyên leşkerî yên di navbera her du aliyan de derketin jî, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump da xuyakirin ku heta neha jî danûstandinên bi Tehranê re baş derbas dibin û got:

“Tehran bi rastî dixwaze bi dewletên yekbûyî re lihevkirinekê bike,

 û ev dê ji bo washington û hevalbendên wê lihevkirinek baş be."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24