Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş, derbarê "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û mafê hêviyê" de axivî.
Numan Kurtulmuş di civîna ku beşdarbûyî' de li ser pêvajoya ku niha Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de rêvediçe bersiva rojnamegerên beşdarî civînê bûn da.
Li gorî vê yekê, Kurtulmuş derbarê pêvajoya ku tê de gavên berbiçav ji hêla hikûmetê ve têne hêvîkirin de got:
"Ev ne wekî pêvajoya 2009, 2013, an jî hewldanên berê ye. Ger ev bi ser nekeve, ger dîwar hilweşe, siyaseta sivîl jî dê di bin vî dîwarî de bimîne."
Kurtulmuş diyar kir ku di rewşa têkçûnê de, rewş dikare ji 4ê Tebaxa 2025an, roja ku komîsyona parlementoyê hatiye damezrandin, xirabtir bibe.
Armanca rast ji êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê Tirkiye ye
Numan Kurtulmuş anî ziman ku di şerê ku bi êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir de hedefa rastîn Tirkiye ye û wiha pêde çû:
"Siyonîzm bi awayekî pir eşkere dest bi lîstina kartên xwe yên dawîn kiriye.
Hêza sereke ya ku divê di projeya Îsraîla Mezin de were daqurtandin Tirkiye ye.
Ger em vê yekê bibînin, ger em vê yekê bizanibin, em ê keleha xwe ya navxweyî xurt bikin."
'Di demek nêzde hilbijartinên pêşwext tune'
Kurtulmuş derbarê nîqaşên hilbijartinên pêşwext de jî ev tişt anîn ziman:
"Ez niyet û raya xwe diyar dikim.
Heta hilbijartinê hîn gelek dem heye.
Hilbijartinên pêşwext çênabin."
'Mafê Hêvîyê di rojevê de nîne'
Derbarê pirsa gelo mijara mafê hêviyê piştî betlaneyê dê bikeve rojeva Parlamentoyê de, Numan Kurtulmuş ev bersiv da:
"Di sîstema me ya hiqûqî de tiştekî wekî 'mafê hêviyê' tune ye.
Di raporê de behsa beşek li ser 'mafê hêviyê' jî nayê kirin.
Dibe ku hin rêzikname derbarê darvekirinan de werin çêkirin.
Nêrînên min ên şexsî hene, lê ez naxwazim nêrînên xwe li ser tiştên ku dikarin werin kirin diyar bikim.
Ji ber ku ya girîng ew e ku komên partiyan beşdar bibin û hewldanek hevbeş bikin."