Rohilat Efrîn: Li hember êrîşan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn li bajarê Zurich ê Swîsreyê di çalakiya 8'ê Adarê ya YJK-S'ê de, anî ziman ku bi êrîşan hewl tê dayin ku jin bêne tirsandin lê belê ew ê dest ji têkoşînê bernedin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Swîsreyê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de çalakî dewam dikin.

Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) li bajarê Zurichê çalakiyek hate lidarxistin û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn beşdar bû.

Gelek Kurdistanî û Swîsreyî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê panelek hate lidarxistin.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn, endama Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê (SP) û nûnera Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê (PDK-Î) Midia Piroti beşdarî panelê bûn.

Midia Piorti behsa serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" kir û anî ziman ku ev pêvajo ji bo têkoşîna jinê xaleke girîng e.

Midia Piroti anî ziman ku li hemberî êrîşên li ser Rojava Kurdên li diasporayê daketin qadan û piştevaniya xwe nîşan dan.

Rohilat Efrîn jî di destpêkê de, şehîdên komkujiya 12'ê Adarê ya Qamişloyê û  Endamê desteya Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim  bi bîr anî.

Rohilat Efrîn  diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe li cîhanê bûn mînak û wiha lê zêde kir:

"Hikûmeta nû naxwaze jinan qebûl bike. Li Şêxmeqsûdê bi êrîşa li dijî cenazeyên şervanên jin xwest me bitirsîne. Lê belê em ji vê natirsin. Em ê têkoşînê dewam bikin."

Rohilat Efrîn anî ziman ku êrîşên li ser Rojava ne tenê li dijî herêmê ne, di heman demê de li hemberî Kurdan hemûyan e û got:

"Berxwedana li qadê û piştevaniya çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê encamên van êrîşan bi sînor kir."

Çalakî bi gerandina govendê û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye