Li Îranê girtiyên jin ên siyasî hatin cezakirin

Ajansa Îran International ragihand ku 2 hefte girtiyên jin ên siyasî ji ber nerazîbûnan li girtîgeha Qerçekê hatine cezakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Îran International ragihand ku girtiyên jin ên siyasî 2 hefte dijî şert û mercên girtîgehê nerazîbûnê nîşan didin, ji ber vê jî li girtîgeha Qerçakê hatin cezakirin û 2 hefte jî girtî ji elektrîk, peywendiya li gel malbat û parêzerên xwe bêpar dimînin.

Di dema şerê Îsraîl-Îranê de, Îsraîlê êrişî girtîgeha Evînê kir. Di encamê de bi dehan girtîyan jiyana xwe ji dest dan, lê nasnameya hemûyan nehate eşkerekirin.

Her wiha 70 girtiyên siyasî yên jin ji bo girtîgeha Qerçekê hatin veguhestin.

Girtiyên siyasî, ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê, ava paqij, odeyên têrker û klîmayê, di dawiya meha borî de bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşan dan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24