2 meh in agahî ji jina Kurd Yelda Îmamdostî nayê girtin

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê ragihand ku ev du meh in agahî ji jineke Kurd a ku ji aliyê Îranê ve hatiye binçavkirin nayê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Îranê zextên li dijî jinan berdewam dike.

Hat diyar kirin ku zêdetirî du meh in jina Kurd a werzişvan Yelda Îmamdostî yê xelkê bajarê Îlanê yê Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Esfehanê dima,hatiye binçavkirin.

Tevî hemû hewildanên malbet û hevrêyên wê ti agahiyek li ser tenduristî û cihê ku lê hatiye girtin nehatiye bi dest xistin.

Hate eşkere kirin ku Yelda Îmamdostî ji ber çalakiyên siyasî û rexneyên li ser desthilatê dikir, ji aliyê Îranê ve hatiye binçavkirin, êşkenceyên derûnî û fîzîkî lê hatiye kirin.

Yelda Îmamdostî di sala 1975’an de hatiye dinyayê dayîka du zarokane,yek ji werzîşvanên navdar ên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye