Li bajarê Qamişlo 4’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) a bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” hat lidarxistin.
Konferans diyarî giyana rojanameger Cîhan Bîlgîn a di êrişa dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, hat kirin.
Di konferansê de 150 delegeyên rojnamegerên ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amede bûn.
Piştî xwendina rapora xebatên 4 salan civîn ji çapemeniyê re girtî berdevam kir.
Piştî nîqaşan bernameya YRJ’ê hat xwendin û erê kirin.
Her wiha Meclîsa Yekîtiya Ragihandina Jin a ji 31 kesan pêk tê hat hilbijartin.
Konferansa YRJ’ê bi encamnameyê bi dawî bû.
Hin xalên sereke yên encamnameya YRJ’ê wiha ye:
Qeyrana aborî siyasî ekolojîk û civakî her diçe dijwartir dibe
"Di demek ku li cîhanê, herêmê û Kurdistanê pêşketinên girîng rû didin de konferansa me pêk hat.
Îro di asta cîhanî de bi destên pergala modernîteya kapîtalîst qeyrana aborî, siyasî, ekolojîk û civakî her diçe dijwartir dibe.
Rojnamevanên ku vê heqîqetê dişopînîn û bi raya giştî re parve dikin bi awayekî hovane tên qetilkirin.
Li şûna çareseriyeke demokratîk polîtîkayên qirkirin, talan û şer her diçe girantir dibe.
Her wiha li ser vî esasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşandina xebatan, pêşengitiya erka xwe ya sereke dibîne.
Bi şoreşê re rojnamegeriya jinan bi pêş ket
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rojnamegeriya jinan di bin şert û mercên şêrê dijwar û avakirina şoreşa jinan de bi pêş ket.
YRJ înşakirin û ragihandina neteweya demokratîk, civaka komînal û hevjiyana azad weke erka xwe ya sereke digre dest.
Erka me ew e em bîranîna Gurbetelî bidin jiyîn raman û têkoşîna wê bigihîjînin nifşên pêşerojê."
Di dawiyê de YRJ tekez kir ku wê li Rojhilata Navîn bi taybetî li Sûriyê ji bo bibe çav, guh û gotina jinan wê zêdetir bixebite, têbikoşe û li hemû qadan xwe bi rêxistin bike.