Dengdana taybet ya parlementoya Iraqê destpê kir

Îro li seranserî Iraqê dengdana taybet ya parlementoya Iraqê ji bo hêzên ewlekariyê û koçberan destpêkir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku dengdana taybet ya dema 6'an ya parlementoya Iraqê bi tevlîbûna 1 milyon û 340 hezar û 518 dengdêran li tevahî parêzgehên Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê destpê kiriye.

Li gorî daneyên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê ragihandiye, 1 milyon û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê hene.

Her wiha ji bo hêzên ewlekariyê dengê xwe bikarbînin 809 navend û 4 hezar û 501 cih hatine amedekirin. Ji bo koçberan jî 26 navend û 97 cih hatine veqetandin.

Li gori daneyên hatine parvekirin jî 26 hezar û 538 dengderên koçber ku mafê wan yê bikaranîna dengdanê hene jî di nav dene.

Dengdan wê heya seet 18:00'an berdewam bike û piştre sandoqên dengdanê ji Bexdayê re were şandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye