Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê, ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu ferman daye artêşê ku bi tundî êrîşî hedefên Hizbullahê yên li Libnanê bikin.
Li gorî rojnameya "Yedioth Ahronoth", ev daxuyanî "di heman demê de, gelek binpêkirinên agirbestê ji aliyê Hizbullahê ve" tê.
Duh, Netanyahu di gotareke televîzyonî de bi awayekî nerasterast behsa dirêjkirina agirbesta li Libnanê ya ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû ragihandin, kir.
Serokê wezîrê Îsraîlê gotibû ku wî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, dan û sandinên pir xweş kirine û destnîşan kiribû ku ew bi hevkariyeke tam dixebitin.