Her wiha şêniyên Siwêdayê ji bo sûcên şer daxwaza kirin ku lêpirsînên navneteweyî were vekirin û dorpêç li ser wan rabe.
Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên mafê xelkê Siwêda heye ku çarenûsa xwe diyar bike hate rakirin.
Her wiha xwepêşanderan daxwaz kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji ber girtiyên ku serbest nayên berdan, were şermezarkirin.
Di heman demê de bal kişandin ser revandina li herêmê çêdibe û bang kirin ku dorpêç li ser Siwêda rabe û di navbera wan û Îsraîl de deriyek were vekirin.