Bi sedema teqînek ne diyar li Şamê 8 kes birîndar bûn.

Parastina Sivîl a Sûriyê di posteke xwe yê li ser Telegramê de diyar kir ku di teqînekê de ji ber sedemek nediyar ya li gundewarê Şamê çêbûbû, 8 welatî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parastina Sivîl diyar kir ku teqîn li kargeh û embaran ya li herêma Sabîna ya gundewarê Şamê çêbûye.

Teqîn di demekê de ku desthilatiya nû ya Suriyeyê dixwaze kontrola xwe li ser welat ava bike de çêbû.

Di 8'ê Kanûna Pêşîn a 2024'an de, komên Sûriyeyê kontrola welêt girtin destê xwe û dawî li 61 salên desthilatdariya Partiya Baas anîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24