Li Tertûsê welatiyek hat serjêkirin

Li gundewarê Tertûsê yê di bin kontrola Hêzên Hikumeta Veguhêz de, welatiyek li mala xwe hat serjêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Welatiyê bi navê Ela Seîd Dêrko ku li gundewarê Tertûsê yê Laziqiyê bi cih dibû, di mala xwe de ji aliyê kesên nenas ve hat serjêkirin.

Malbata wî bi rêya hesabên xizmên xwe yên medyaya dîjîtalê de mirina wî ragihand.

Li gorî çavkaniyan, Dêrko ji gundê El Yeqûbiyê yê gundê Idlibê ye û li gundê Diwêr El Şêx Seed ya Tertusê bi cih bûbû.

Dêrko li wir ajokariya basa dibistana taybet dikir. Di derbarê sedema kuştina Dêrko de heya niha ti daxuyanî ji aliyê hikûmeta veguhêz ve nehatiye dayîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24