Êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê berdewam dikin û her ku diçe rewş tevî agrbestê aloztir dibe.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, îro balafirên şer û dronên Îsraîlê, çend deverên cuda li bûşrê Libnanê hedef girtin.
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşên asmanî yên giran li ser bajarokên Yater, Kfar, Nabatieh, Toul, Doueir û Harouf pêk anîn.
Het ragihandin ku di van êrîşan de, 8 kes hatin kuştin û 15 kesn din jî birîndar bûn.
Her wiha di êrîşeke asmanî de ku li derdora Nexweşxaneya Ragheb Harb a li bajarokê Toul, li navçeya Nabatieh pêk hat de, çend hemşîre jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê jî, vîdyoyek dema ku çekdarekî Hizbullahê rokêtekê davêje ser leşkerên wan, belav kir.
Li gorî daxuyaniyên artêşê, bêyî ku ti birîndar çêbibin, roket li nêzîkî leşkeran ketiye.
Artêşê diyar kir ku wan li başûrê Libnanê zêdetirî 15 baregehên binesaziya Hizbullahê hedef girtiye.
Her wiha, artêşa Îsraîlê hişyarî da niştecihên çend bajarok û gundewarên li başûrê Libnanê ku zêdetirî 1000 mitreyan ji cih û warên xwe dûr bikevin.
Niştecihên gund û bajarokên ku artêşa Îsraîlê hişyarî daye wan ev in: Dêr Zehranî, Ferwa û Habûş li başûrê Lubnanê.
Netanyahu: Kesên ku gefan li dewleta Îsraîlê bixwin dê bedel bidin
Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, gef li Hizbullahê xwar û wiha got:
“Çi kesên ku gefan li Dewleta Îsraîlê bixwin, dê bedelê bidin”.
Netanyahu: Me fermandarê hêza Ridwan a Hizbullahê ji holê rakir
Di hemna demê de, Benjamin Netanyahu da zanîn, artêşa wan duh bi şev li Beyrûtê fermandarê Hêza Ridwan a Hizbullahê, hedef girt û ji holê rakir.
Beriya niha jî, artêşa Îsraîlê vîdyoya hedefgirtina fermandarê Hêza Ridwan a Hizbullahê, belav kirbû.
Ev êrîş û daxuyanî hemdemî agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de pêk tên.
Berê jî, Hzbullahê dabû xuyakirin ku agirbesta heyî wan eleqeder nake û ew wê qebûl nakin.