Di derbarê hûrguliyên kuştina van 3 kesan de, SOHR’ê ev agahî dan:
“Li bajarokê Medayif ê gundewarê Şamê, ciwanek ji ber pevçûneke malbatî hat kuştin.
Her wiha li taxa Kampa El Neyreb a bajarê Helebê, nakokî di navbera du kesan de derket û veguherî şerê çekdarî, di encamê de kesek hat kuştin.
Li ser rêya Nebi Termê xortekî Elewî hat dîtin ku ji aliyê çekdarên nenas ve bi guleyan hatibû kuştin. Xort ji gundê Eyn El Krum a li navçeya El Xab a li gundewarê rojavayê Hemayê ye.”