Peymana Ewlekariya Sînor di navbera Iraq û Îranê de hat îmzekirin

Iraq û Îranê peymaneke nû ji bo parastina sînor bi hev re îmze kirin û kongresmanekî Amerîkî li dijî vê peymanê derket û nerazîbûna xwe nîşan da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, ragihand ku civînek di navbera Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Sekreterê Giştî yê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî de, hat lidarxistin.

Di civînê de, peymanek ewlekariyê ya li ser sînorên hevpar, di navbera Iraq û Îranê de, hat îmzekirin û Iraqê piştgiriya xwe li hember gotubêjên di navbera Îran û Amerîkayê de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve jî, Endamê Kongresa Amerîkî Joe Wilson, ev peyman rexne kir û diyar kir ku Hikûmeta Iraqê hewl dide bi riya vê peymanê kontrola tevahiya Iraqê bi awayekî fermî, têxe destê milîsên Îranê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye