Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi dehan kes hatin binçavkirin

Îro di saetên sibehê de bi hinceta tevlîbûna şahiya Cejna Newrozê û propagandaya rêxistinê polîsan li Stenbolê 26 kes û li Şirnexê herî kêm 20 kes girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro di saetên sibehê de bi hinceta tevlîbûna şahiya Cejna Newrozê û propagandaya rêxistinê polîsan li Stenbolê 26 kes û li Şirnexê herî kêm 20 kes girtin.

 

Li gorî ku ajansa Mazopotamyayê ragihand ku li Stenbolê serdegirtinên malan bi hinceta beşdariya di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de pêk hat.

 

Di encama serdegirtinên malan de zarok jî di nav de, herî kêm 26 kes hatin binçavkirin.

 

Li gorî ku hat ragihandin, kesên ku hatine binçavkirin polîsan ew birin Mudîrîyeta Ewlekariyê ya Stenbolê.

 

 

 

Li Şirnexê jî 20 kes hatin binçavkirin

 

 

 

Li Şirnexê jî di saetên sibehê de li navçeyên Hezex û Cizîrê bi îdiaya propagandaya rêxistinê herî kêm 20 ciwan hatin binçavkirin.

 

Ciwanên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.

 

Her wiha hat ragihandin ku ciwanên hatin binçavkirin, hatine derbkirin.

 

Bûyerên binçavkirinê ji bilî Stenbolê û Şirnexê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hinceta tevlîbûna pîrozbahiyên Cejna Newrozê û propagandaya rêxistinê didomin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye