Fayiq Zêdan: Tenê dewlet dikare biryara şer bide

Serokê Encumena Dadweriya Bilind a Îraqê Fayiq Zêdan, derbarê hewldana hin komên çekdar a kişandina Îraqê nava şerekî herêmî de, daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Fayiq Zêdan got ku, tenê dewlet dikare biryara şer bide û wiha domand:

 

"Ji bo şer were ragihandin, divê daxwazeke hevbeş ji aliyê serokkomar û serokwezîr ve were dayîn û piştre bi dengê piraniya endamên parlamentoyê were pejirandin."

 

Zêdan, behsa çalakiyên komên çekdar jî kir û wiha lê zêde kir:

 

"Çalakiyên komên çekdar binpêkirineke eşkere ya destûrê ye.

 

Biryarên ne fermî Îraqê ber bi aloziya navnetewî, cezayên aborî û navxweyî ve dibe.

 

Ji bo parastina ewlekariya dewletê, divê çek tenê di destê saziyên fermî yên dewletê de bin."

 

Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyanî di demekê de ye ku beşek ji komên çekdar ên Îraqê, di çarçoveya piştgiriyên xwe ji bo Îranê de, êrîşî balyozxaneyên Amerîkayê yên li Îraq û Başûrê Kurdistanê dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye