Şerê ku bi êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yên 28'ê Sibatê li ser Îranê destpê kir û bandor li gelek welatên Rojhilata Navîn kir di roja 17'emîn de ye.
Artêşa Îsraîlê roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Başûrê Lubnanê dest bi "Operasyonên bejahî yên bi hedef û sînorkirî" kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, operasyon li ser hin nuqteyên girîng ên Hîzbûllahê yên li ser xeta sînor tê kirin.
Artêşê ragihand ku armanca operasyonê belavkirina binesaziya Hîzbûllahê û zêdekirina ewlehiya wargehên Îsraîlê yên li bakur e.
Hate ragihandin ku yekîneyên Îsraîlê hewl didin bi taybetî li sînorê Lubnanê "xeta parastinê ya li pêş xurt bikin."
Şerê navbera Hîzbûllah û Îsraîlê 2'ê Adarê piştî ku Hîzbûllahê êriş bir ser Îsraîlê jinûve giran bû.
Hîzbûlahê diyar kiribû ku ev êriş li hemberî kuştina lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney û êrişa Îsraîlê ya 28'ê Sibatê ya li ser Tehranê hate kirin.
Îsraîlê jî li hemberî vê li ser Lubnanê dest bi êrişên berfireh ên hewayî kir.
Li gorî rayedarên Lubnanî di van êrişan de herî kêm 850 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar kes jî birîndar bûn.