KCK: Yekîtiya neteweyî yekane rêya rawestandina jenosîdan e

Di salvegera 38'emîn komkujiya Helebçe de, berpirsên Başûrê Kurdistanê û partiyên Kurdî daxuyanî dan. Saziyên Kurd tekez kirin ku yekane rêya rawestandina jenosîdan li dijî gelê Kurd yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro salvegera 38'emîn a komkujiya Helebçe ye.

 

Di vê rojê de zêdetirî 5000 Kurd bi çekên kîmyewî yên rejîma Baas a Îraqê , hatin kuştin û bi 10 hezaran jî birîndar bûn.

 

Ji aliyê xwe ve, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) rave kir ku yekane rêya rawestandina jenosîdeke din a li dijî gelê Kurd yekîtiya neteweyî ya Kurd e.

 

KCK'ê di daxuyaniya xwe de got:

 

"Di salvegera 38emîn a komkujiya Helebçeyê de, em şehîdên komkujiyê bi bîr tînin û sûcdaran bi tundî şermezar dikin. Em bawer dikin ku gelê Kurd wê di çarçoveya ramana neteweyî ya demokratîk û têkoşîna stratejîk de ji sûcdaran hesab bipirse."

 

 

KNK: Xeteriya berdewamiya komkujiyan li Kurdistanê bi dawî nebûye

 

 

Di heman demê de, Kongreya Neteweyî ya Kurditsanê (KNK) got ku bombabarankirina Helebçe, bû yek ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma Baasê ya Sedam.

 

KNK di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Mixabin heya niha jî bi temamî komkujiyên li ser Kurdan hatine kirin, wek jenosîd nehatine naskirin û di dadgehên nêvdewletî de nehatine darezandin."

 

KNK diyar kir ku xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin, lê tenê di çarçoveyên mirovî de hatine qebûlkirin û nebûne dosyayên siyasî.

 

Kongreya Neneteweyî ya Kurdistanê destnîşan kir ku xeteriya berdewamiya komkujiyên li dijî Kurdan hîna bidawî nebûye û daxwaz ji wan kir ku hişyar bin.

 

 

'Yekîtîtiya neteweyî rê li ber helebçeyeke nû digire'

 

Bi boneya salvegerê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku Helebçe ne tenê hewldanek bû ji bo tunekirina fizîkiya Kurdan, lê di heman demê de sûcek li dijî mirovahiyê û êrîşek hovane li ser îradeya wan bû.

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew berpirsiyariya Hikûmeta Federal a Iraqê li hember Helebçeyê û qurbaniyên wê tekez dikin û got: "Divê Dadgeha Bilind a Cezayê Iraqê, ku êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê wekî jenosîd ragihand, garantiyê bide qurbaniyan."

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  tekez kir ku yekîtî tekane rêya parastina destkeftiyan û rûbirûbûna bi dijwarîyan re ye.

 

 

Mesrûr Barzanî: Helebçe semobileke eşkere ya zilma li dijî gelê Kurd e

 

 

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tekezî li ser garantiyan kir û got ku Helebçe semboleke eşkere ya zilma ku li dijî gelê Kurd e.

 

Mesrûr Barzanî ji gelê Kurd xwest ku van sûcan jibîr nekin û diyar kir divê ew bi her awayî destkeftiyên xwe biparêzin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye