Li Kerkûkê avahiyek hilweşiya 10 karker birîndar bûn

Li Taxa Wehdê ya Kerkûkê, avahiyek bi ser karkeran de hilweşiya û di encamê de 10 kareker birîndar bûn û piştî veguhestina ji bo nexweşxaneyê yek ji wan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên Ajansa Rojnewsê ku xwe dispêre daxuyaniya Berdevkê Tenduristiyê yê Kerkûkê berî çend demjimêran li Taxa Wehdê ya Kerkûkê avahiyek hilweşiya û gelek karker di bin de man.

Di encama vê bûyrê de û li gorî agahiyan, 10 karker bîrndar bûn, 5 rakirine Nexweşxaneya Cumhurî û 5 jî ji bo Nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê hatine veguhestin.

Li gorî Televiziyona Rudaw`ê jî, Berdevkê polîsan ê Kerkukê Amer Nûrî, eşkere kir ku avahî bi ser 10 karekeran de hilweşiya û kesekî jiyana xwe ji dest daye û 6 kesên din jî, ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Heta niha encamên dawî yên vê bûyerê nahtaine ragihandin, lê tê belavkirin ku birîna hin ji kesên birîndar giran e.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye