Hêzên Hikumeta Veguhêz 21`ê Cotmeha 2025`an carek din rêya Tebqa, Selemiyê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deverên din ên Sûriyeyê ve girêdide, li pêşiya bi hezaran rêwiyan girt.
Hêzên hikumetê beriya niha 14 rojan deriyê Tebqa- Selemiyê girtibû û 20’ê Cotmehê jî carek din vekiribû.
Hevserokê Yekîtiya Ajokaran a Kantona Reqayê Hesen Xabûr ji Ajansa Hawarê rê axivî û got: Hêzên Hikumeta Veguhêz careke din rê bi bendên axî girt û di encamê de erebe li bendê kom bûne.
Xabûr da zanîn ku rêwiyan nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û di navbera wan û hêzên hikumetê yên li ser bendan de pevçûn derket.
Heya niha jî, Hikumeta Veguhêz der barê girtina rê de tu daxuyanî nedaye