Heyeta Îmraliyê serdanên xwe yê bi partiyên siyasî re didomîne.
Dîroka civîna heyetê ya bi CHP'ê re ku ji ber mirina Gulşah Durbaya Seroka Şaredariya Şehzadelerê hatibû bipaşxistin dîyar bû.
Civîna ku hatibû taloqkirin wê di 22ê Kanûnê de pêk were.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiya wê roja Duşemê 22'ê Kanûnê saet 12:00ê piştî nîvro li Navenda Giştî ya CHPê bi Serokê CHP'ê Ozgur Ozel re wê bê gel hev.
Tê payîn ku di civînê de pêvajoya Îmraliyê, gavên ber bi çareseriyeke demokratîk ve û pêşketinên siyasî yên herêmî werin nirxandin.
Şandeyê di 12'ê Kanûnê de bi serokê Partiya DEVA Alî Babacan û serokê MHP'ê Devlet Bahçelî û di 15'ê Kanûnê de jî bi serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoğlu re hevdîtin pêk anîn.
Heyetê her wiha daxwaza hevdîtinan bi Wezareta Dadê û AK Partiyê re kirin. Tê pêşbinî kirin ku piştî hevdîtin bi dawî bûn heyet serdana Erdogan û Îmraliyê jî bike.