Rejîma Îranê fermandarên nû erkdar kirin

Dewleta Îranê di fermandariya artêşa xwe de guhertin da çêkirin. Li gorî guhertina nû Elî Riza Elhamî û Behmen Behmard weke Mîrlîwayên hêza hewayî hatin erkdarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran piştî şerê bi Îsraîlê re fermandarên leşkerî yên nû erkdar kirin.

Mîrlîwa Elî Riza Elhamî dibe fermandarê parastina hewayî ya Îranê û Mîrlîwa Behmen Behmard dibe fermandarê hêza hewayî.

Elî Riza Elhamî ji sala 2019'an û vir ve wekî cîgirê fermandarê hêza hewayî kar kiriye û serokatiya Zanîngeha Parastina Hewayî kiriye.

Her wiha payeya cîgirê fermandarê operasyonan li Baregeha Parastina Hewayî ya Xatim El Enbiyaa jî girtiye.

Ew cihê Mîrlîwa Elî Riza Sabahî Fard digire.

Dema şerê bi Îsraîlê re dest pê kir, Elî Riza Sabahî Fard berpirsiyarê parastina hewayî bû.

Mîrlîwa Behmen Behmard ji sala 2023'an û vir ve wekî cîgirê serokê operasyonan li Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar kar dikir.

Ew Cihê Mîrlîwa Hemîd Vahidî digire.

Heta niha rayedarên dewleta Îranê sedema van guhertinan eşkere nekirine.

Wekî tê zanîn, di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya di meha Hezîranê de, gelek ji fermandarên payebilind ên leşkerî yên Îranê hatin kuştin.

Rûhanî : Hewldanên Tehranê ji bo astengkirina êrîşên Îsraîlê têk çûn

Di destpêka vê mehê de, serokê berê yê Îranê Hesen Rûhanî got ku rewşa welat li hember êrîşên hewayî yên Îsraîlê di xetereyê de ye û wiha lê zêde kir:

"Êdî astengkirina rastîn li gel me tune ye.

Welatên cîranên me Îraq, Sûrî, Libnan û Urdun hemû qada wan ya hewayî ji hêla Amerîka û Îsraîlê ve tê kontrol kirin.

Hewldanên Tehranê ji bo rêgirtinê li ber êrîşên Îsraîlê têk çûne.

Ezmanê li ser Îranê ji bo dijmin bi tevahî ewle ye."

Di dema şerê Hezîranê de, hêza hewayî ya Îsraîlê serdestiya qada hewayî ya Îranê kir û derbeyek giran li parastina hewayî ya Îranê xist.

Di heman demê de hêzên çekdar ên Îranê hejmarek ji mûşek û dronan ber bi Îsraîlê ve avêtin.

Îranê eşkere kir ku şerê bi Îsraîlê re hin zirar daye parastina wê ya hewayî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye