Ahmet Turk: Di kesayeta Leyla Zana de heqaret li Kurdan hatiye kirin

Piştî ku du alîgirên Bursasporê li dijî Siyasetmedara Kurd Leyla Zana heqaret û dijûn kirin,16 baroyên herêmê daxuyaniyeke hevpar weşandin û xwestin kesên ev gotin kirine bên cezakirin. Siyasetmedar Ahmet Turk jî dibêje; "Ev heqaret li me hemûyan hatiye kirin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di maça futbolê ya di navbera Somaspor û Bursasporê de, hinek alîgirên Bursasporê bi dirûşmeyan heqaret û dijûn li siyasetmedara Kurd Leyla Zana kirin.

vê yekê gelek karvedan bi xwe re anî.  Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî alîgirên Bursasporê da û got: “Ev heqaret li dijî me hemûyan e.”

Turk dibêje, "Ev heqaret li dijî gelê Kurd e. Bi vê heqaretê nijadperestiyê carek din xwe nîşan da. Em vê heqareta wan alîgiran şermezar dikin. Spor tiştekî pirr cuda ye. Spor qadeke dostanî, diyalogê û tehemûla li hemberî hev e. Spor qadeke pêwendîdanînê ye. Bikaranîna sporê ya bi vî rengî, cihê xemgîniyê ye. Ev nayê qebûlkirin.”

16 Baro: Divê berpirsiyar bên cezakirin

Ji aliyê din 16 baroyên li herêmê jî bi daxuyaniyeke hevpar daxwaz kirin ku kesên heqaret li Leyla Zana kirine bên tespîtkirin û cezakirin.

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Îdir, Colemêrg, Qêrs, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê têkildarî van çêr û heqaretan daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Baroyan, diyar kir ku gotinên biçûkxistinê û yên cihêkar ên li dijî Leyla Zana, nayên qebûlkirin.

Her wiha Baroyan  xwestin ku qeydên weşanê yên maçê û raporên federasyonê tavilê bên lêkolînkirin û ceza û meyîdeyên (ev têgin nayê zanîn, bedila wê em bikar bînin) pêwîst e tavilê bên dayin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye