"Çareserî bi pêkanîna sîstema fedralî û nenavendîbûnê ye "

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporayê Şêx Xezal Xezal di çarçoveya rawestandina sûc û binpêkirinan de destnîşan kir ku tekane çareserî pêkanîna sîstema federalî û nenavendîbûnê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji destpêka hilweşîna rêjîma BAAS`ê ve û bi hatina Hikûmeta Veguhêz re civaka Elewî rastî hemû cureyên binpêkirinan hat û heya niha jî ev binpêkirinên li dijî wan berdewam dikin.

Têkildarî vê mijarê Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporayê Şêx Xezal Xezal daxuyanî da.

"Qetilkirin û binpêkirin gihiştiye asteke ku nema tê qebûlkirin"

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporê destnîşan kir ku qetilkirin û binpêkirinên ku desthilata niha dimeşîne, gihiştiye asteke ku nema tê qebûlkirin an jî pêre jiyîn.

"Xwîn û rûmet xetên sor in"

Şex Xezal Xezal bi awayekî kategorîk piştrast kir ku ewlehiya her endamek ji civaka Elewî beşeke yekgirtî ya ewlehiya tevahiya civakê ye û got: "Xwîn û rûmet xetên sor in ku nayên tawîzdan."

Şêx Xezal banga rawestandina sûc, êrîş, hedefgirtina sivîlên li Dêra Beybede ya gundewarê Ceble û vekişîna yekser a ji herêmê kir û da zanîn ku tevahî qetilkirin û binpêkirinên ku çêdibin berpirsyariya deshilata niha ye.

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporê Şêx Xezal Xezal bi awayekî lezgîn bang li civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û biryarderan kir ku bi berpirsyariyên xwe yên mirovî, qanûnî û exlaqî li  hember êrîş û binpêkirinên li ser pêkhateya Elewî rabin.

"Em daxwaza destwerdaneke navnetewî ya cidî dikin"

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporê da zanîn ku eger ev binpêkirin berdewam bikin, ew ê bi israr li ser îradeya xwe dakevin qadan da mafên xwe yên jiyanî biparêzin û wiha got:

"Em daxwaza xwe ya destwerdana navnetewî ya cidî ji bo parastin û vekirina rêyeke siyasî ku rûmeta civaka Elewî û mafê wê yê diyarkirina çarenûsê dubare dikin."

"Çareseriya bi awayekî aşîtî pêkanîna sîstema fedralî û nenavendîbûnê ye"

Şêx Xezal Xezal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tekane çareseriya bi awayekî aşîtî û siyasî pêkanîna sîstema fedralî û nenavendîbûnê ye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye