KJK: Gelê Kurd bi saya pêngava 15`ê tebaxê rizgar bû

Koordînasyona KJK`ê Cejna Vejînê 15`ê Tebaxê pîroz kir û got: “Gelê Kurd bi ûêngava dîrokî a 15ê Tebaxê ji tinebûnê rizgar bû û li azadiya xwe xwedî derket. Pêngava Civaka Demokratîk ji bo herkesî derfetê dawiyê ye.Divê li ser bingeha çareseriya demokratîk wate ji berxwedana hebûnê ya gelê Kurd re bê dayin.” PJAK`ê jî got eger faşîzm îro li hember gelê me û hêzên gerîla bêçare maye, ev bi saya pêngava 15ê tebaxê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK`ê) bi peyamekê salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.

KJK`ê di peyama xwe de di şexsê Mahsûm Korkmaz (Egîd), Erdal (Engîn Sîncer), Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Bahtiyar Gabar de hemû şehîd bîranîn.

Di peyamê de hate ragihandin ku 15’ê Tebaxê di heman demê de destpêka têkoşîna azadiya jinên Kurd e û şervanên jin ên pêşeng Besê Anûş, Bêrîtan, Zîlan, Delal Amed hatin bibîrxistin.

KJK`ê di peyama xwe de balkişand ser pêvajoya heyî û got:

“Çareseriyên bingehîn ji bo pirsgirêkên dîrokî ji aliyê Rêber Apo ve têne pêşkêşkirin, Gelê Kurd bi pêngava 15’ê Tebaxê ya destanî û berxwedana dîrokî re ji tinebûnê rizgar bû û azadiya xwe misoger kir.”

 

KJK: Rêbazê dan û standinan û Civaka Demokratîk derfetê dawiyê ye

 

KJK`ê herî dawiyê balkişand ser pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin û got:

“Rêbaza dan û standin û çareseriyê şensê dawî ye. Divê li ser bingeha çareseriya demokratîk wate ji berxwedana hebûnê ya gelê Kurd re bê dayin.”

Bi heman boneyê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) jî bi daxuyaniyeke niviskî pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir.

 

Fîşeka yekem gelê Kurd ji bindestiyê rizgar kir

 

PJAK`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku konaxa îro gelê Kurd gihiştiyê encama tekoşîna Rêber Apo daye destpêkirin û teqandina fîşeka yekem a di pêşengtiya Fermandarê mezin Egîd ku 15`ê Tebaxê li dijî metîngehê teqandiye.

 

PJAK: Faşîzm îro bi saya pêngava 15`ê tebaxê hat ruxandin

 

Daxuyaniya PJAK`ê wihaye:

“Destkeftiyên vê pêngavê îro di warê siyasî, civakî, çandî û azadîxwaziyê de sînorên Kurdistanê derbas kiriye. Gelê Kurd minetdarê vê pêngavê ya bihêz û cesarete.

Pêngava 15’ê Tebaxê ya li Eruh-Şemzînan ya li Bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya Fermandar Egîd destpê kir Gelê Kurd ji bindestiyê ber bi azadiyê ve bir.”

PJAK`ê bi bîrxist ku eger faşîzm îro li hember gelê me û hêzên gerîla bêçare maye, ev bi saya pêşengiya Rêber Apo û Fermandariya Heval Egîd’e. PJAK`ê herî dawiyê anî ser ziman ku tiştê ku tevgera şoreşger a `Jin, Jiyan, Azadî` pêş xistiye encama têkoşîna bi dehan salan a Tevgera Apoyî ye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24