Cureyek nû ya mirovan hat vedîtin

Li Etîyopyayê cureyekî nû ya pêş mirovan hat dîtin. Ev cureyê ku nû hatiye dîtin, endamê malbata Australopîthecuse lê ji cureyê herî kevn ya homo( mirovên berê) cûda ye. Lê hat tespit kirin ku ev 2 cure bi hev re jiyan kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi saya fosîlên diranan yên li Etîyopyayê hatin dîtin cureyekî nû ya Australopîthecus hat dîtin. Keşif bi pêşengiya ASU re di çarçoveya projeya Ledî-Geraru ya lêkolînê hat kirin û di kovara Nature jî hat weşandin.

Ekîba lêkolînê di bermahîyên ku xwe dispêrin 2.6-2.8 mîlyon sal berê de 13 diran keşif kirin. Tespîta emrê van tebeqayan bi saya tebeqayên xweliyê ya bi krîstalên feldîspat ya teqînên volkanîk hat kirin.

Ji van diranan beşek aîdî cureyên Homo yê ku berê hatibûn tespît kirinin lê belê hin ji wan aîdî cureyek berê nehatine tespît kirinin.

Bi keşfê re hat îspat kirin ku ev cure bi cureyên herî kevn yê Homoyan re di heman cihî de û heman wextî de jiyan kiriye.

Di qada ku ev cure lê hatiye dîtin heman demî de amurên kevirîn yê herî kevn ya Oldowan hatibûn dîtin.

 

‘Peresan wek darek şax dayî ye’

 

Ser nîvîskarê lêkolînê profesorê antropolojiyê Brîan Wîllmoare diyar dike ku ji bo fêm kirina cudahiyên di navbera Austrolopîthecus û Homo de pêwîstî bi zedetir fosîlan heye.

Ji Zanîngeha Eyaletê ya Arîzonayê(ASU) paleoekolog Kaye Reed jî dide zanî ku dîmenê ji meymûn ber bi Neandertalê, ji wir ber bi mirovê nûjên ve ne rast e. Reed dibêje peresan wek darekî bi kok û şax belavbûyî ye. 

Ji bo vî cureyê nû yê Austrolopîthecus hêj navek nehatiye diyar kirin. Zanyar ji bo taybetmendiyên wî yên cuda bikaribin pênase bikin li benda daneyên nû yên fosîlan in.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24