Konferansa ku saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdeyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hat lidarxistin.
Di bernameyê de gelek endam û rêveberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine, tev li konferansê bûn.
Li konferansê pankartên bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî ya ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hatin daliqandin.
Berîtan Guneş: Ziman bandorê li têkiliya danûstandinan dike
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Aslan li ser mijara ziman û derûniya zarokan axivî.
Piştre Dr. Akademîsyen Îsmet Konak jî destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê, fişarên dîrokî û bandora wan a li ser giyan û bedena civakê zanistî ne.
Her wiha pisporê perwerdeya dîjîtal û bernamenivîs Karwan Aref jî ji başûrê Kurdistanê tev li konferansê bû û li ser rol û bandora qada dijîtal a di pergala perwerdeyê de axivî.
Karwen Arif bal kişand ser pergala perwerdeya heyî û got ev pergal li ser ziman û zarokan nasekine.
Konferans bi nirxandinan bi dawî bû.