Înîsîyatîfa gel a şoreşger istîfaya Zeynî Îpek daxwaz kir

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, nîqaşên li ser rêveberiyên herêmî berdewam dikin. Înîsiyatîfa Gel a Şoreşger careke din daxwaza istîfaya şaredarê Qoserê Zeynî Îpek kir ku ji DEM Partiyê hatibû derxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Înîsiyatîfa gel a şoreşger, di daxuyaniyeke nivîskî de îdia kir ku Zeynî Îpek rewatiya xwe ya şaredariyê winda kiriye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku şaredarî bi îradeya gel tê bidestxistin û berdewamiya Îpek di wezîfeyê de li dijî îradeya gel e.

Înîsiyatîfê îdîa kir ku Îpek rewatiya xwe ya exlaqî, wijdanî û siyasî winda kiriye.

Di dawiyê de, Înîsiyatîfa gel a şoreşger di daxuyaniyê de, bang li Zeynî Îpek kir ku bi biryara gel pabend be û tavilê ji erka xwe istîfa bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye