Hat diyarkirin ku di nav wê baregehê de kargeheke çêkirina dronan hebû ku berê ji wê derê dron ber bi balyozxaneya Amerîkayê û balafirxaneya leşkerî ya Bexdayê ve hatine avêtin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di dema dorpêçkirina baregehê de, koma çekdar rê li ber hêzên ewlehiyê girtiye û gule li hezên hikûmetê reşandine.
Tê gotin ku ji bo alozî mezin nebe hêzên ewlehiyê paşve vekişyan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikûmeta Îraqê ji bo milîsên çek di destê wan de ne heta 30'yê îlonê wext daye.
Hikûmet dixwaze ji derveyî hêzên ewlehiyê di destê ti komekê de çek tune bin û hemû komên çekdar bikevin bin sîwana Wezareta Parastinê ya Îraqê.
Hikûmeta Îraqê dibêje piştî 30`yê îlonê her çekeke ku li derveyî qanûnê bimîne dê wekî çeka neyasayî were dîtin.