Hizbullaha Îraqê karên xwe yên leşkerî yên li îraqê rawestandin

Ji komên çekdar ên alîgirên Îranê yên li Îraqê, Ketayib Hizbullah piştî ku leşkerên DYA’yê xwe bi temamî ji welêt vekişandin, eşkere kir ku wan karên xwe yên leşkerî yên li Îraqê sekinandine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Îraqê Ebû Husên Hemdawî di daxuyaniyekê de bang li çekdarên xwe kir ku hemû tevgerên leşkerî rawestînin.

Her wiha hişyarî da ku her balafireke şer a li qada hewayî ya Îraqê dê heta ku pergala parastina hewayî ya artêşa Îraqê were çalakkirin, wê were armanckirin.

Sekreterê giştî yê tabûrên Hizbullaha Îraqê, hevrêzî û hevkariya bi supa û dezgehên ewlehiyê yên Îraqê re wekî gaveke baş û erênî bi nav kir.

Di 30’ê Îlonê de jî, lîderê Şîa yê Îraqê Muqteda Sedir ragihandibû ku komên çekdar ên ser bi wî ve hatine tasfiyekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye