DEM Partî bang kir: Divê rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, bertekeke tund nîşanî binçavkirina şaredarên Mêrsînê û 59 kesan dan û diyar kirin ku bi pêvajoyên darazê hewl tê dayîn îradeya gel a sindoqan bêbandor were kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), nerazîbûneke mezin nîşanî operasyonên li dijî şaredariyên li Mêrsînê dan. Di nav kesên hatine binçavkirin de Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer, Şaredarê Yenîşehirê Abdullah Ozyîgît û Şaredarê Mezîtliyê Ahmet Serkan Tuncer jî hene.

"Navê vê yekê ne demokrasî ye"

Di daxuyaniya fermî ya hevserokan de hate destnîşankirin ku ev kiryar berdewamiya polîtîkayên qeyûman e û rê nayê dayîn ku kesên bi dengên gel hatine hilbijartin peywira xwe bi cih bînin.

Hevserokan di daxuyaniyê de gotin: "Heke îradeya gel tenê dema encama sindoqan bê ecibandin û derbasdar be, navê vê ne demokrasiye. Gelê Mêrsînê kî hilbijartibe, divê Mêrsînê ew birêve bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de DEM Partiyê bang kir ku demildest dawî li van operasyonan bê anîn, rêz li vîna gelê Mêrsînê were girtin û daraz ji bin bandor û hesabên siyasî yên desthilatdariyê bê derxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye