
Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê îro ragihand ku 29'ê îlonê cezayê bidarvekirinê yê girtiyê Kurd ê bi navê Ihsan Newrozî li Zindana Navendî ya Kirmaşanê hate bicihanîn.
Ihsan Newrozî ji xelkên bajarê Dalaho yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ve ye û ew peyrewê ola Yaresanî ye.
Li gorî Hingawê, Ihsan Newrozî di sala 2017'an de di şerekî komî de bi tawana kuştina bi zanebûn hatibû girtin.
Paşê ji aliyê dadweriya Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.

Li gorî heman rêxistinê, di sibeha roja çarşemê 30'yê îlonê de, cezayê bidarvekirina girtiyekî bi navê Ebas Emîr Qeşlaqî li Zindana Navendî ya bajarê Arakê hate bicihanîn.
Ebas Emîr Qeşlaqî 27 salî ye, Kurdekî Lorî ye û ji xelkên bajarê Şazendê û niştecihê bajarê Arakê yên ser bi parêzgeha Merkezî ve ye.
Hingawê lê zêde kir ku ev girtî berî 3 salan bi tawana têkildarî madeyên hişber hatibû girtin û ji hêla pergala dadweriyê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Cezayê bidarvekirinê li girtiya bi navê Mujde Haşimî Bazirganî hat piştrastkirin

Di berdewamiya dozên bidarvekirinê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, Hingawê roja pêncşemê 1'ê cotmehê da zanîn ku cezayê bidarvekirinê yê girtiya bi navê Mujde Haşimî Bazirganî li Zindana Navendî ya Qezwînê hat piştrastkirin.
Mujde Haşimî Bazirganî 27 salî bû û xebatkareke Heyva Sor bû û di şerê 40 rojî de di dîroka 5'ê nîsanê de hatibû girtin.
Paşê ji aliyê dadgehê ve bi tawana sîxurî û sûcên şer cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.