Ji ber ku pereyên fatûrên genim ji destpêka werzê çandinî û radestkirina berhemê ve li ser cotkarên parêzgeha Hesekê nehatine dayin.
Cotkarên herêmê rûbirûyî kirîzeke darayî ya mezin bûne.
Heya niha jî van cotkaran pereyên fatûrên genimê xwe wernegirtine.
Ev yek jî hêrseke mezin xistiye nav gel de, ji ber bi fatûre û pereyên genim debara jiyana malbatên xwe dabîn dikirin.
Der barê vê yekê de îro Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî û Encumena Cîbicîkar a Parêzgehê bi cotkaran re civiyan.
Cotkaran di civînê de nerazîbûna xwe li ser derengmayîna dayîna pereyên wan dan.
Cotkaran gotin ku çandinî li herêmên Cizîrê gelekî li paş ketiye ji ber nedayina mafê wan.