Êrîşên nijadperest li dijî Amedsporê didomin

Li Tirkiyê ev çend roj in êrîşên nîjadperest li dijî Amedsporê, di şexsê Amedsporê de jî êrîş li Kurdan tên kirin. Ji Trabzonê bigire heta Bayburtê, alîgirên Amedsporê ji ber forma tîma xwe li xwe kiribûn, rastî êrîşên nîjadperest hatin. Êrîşkar tevî gilî û bangan jî nayên darizandin, an jî piştî lêpirsîneke şeklî tên berdan. Serokê Giştî yê MHP'yê Devlet Bahçelî êrîşên li dijî Amedsporê weke êrîşên li dijî pêvajoyê pênase kirin.

reset font size increase font size

Di van rojên dawî de Amedspor him bi serkeftinên xwe him jî ji ber êrîşên nijadperest di rojevê de cih digire.

Di 31'ê tebaxê de Amedspor û Trabzonsporê li Stada Tahîr Elçiyê hatibû hemberî hev û maç 2-1 bi serkeftina Amedsporê bi encam bû. 

Alîgirên Trabzonsporê him di rê de him jî li stadê gotinên nijadperest û zayendperest li gelê Kurd kiribûn.

Kesek ku alîgirê Trabzonsporê ye di otobusa alîgiran de heqaret li Kurdan kiribû û gotibû, “Kurdê herî baş yê mirî ye. Kom dibin Kurdî diaxivin, nehêlin biaxivin.”

Piştî dîmenê kesê nijadperest  û bertekên raya giştî  hate diyarkirin ku ew kesê nijadperest û provokator hatiye binçavkirin.

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrîşa nijadperest pêk hat

Hîn ev di rojevê derneketibû êrîşeke nijadperest li bajarê Bayburt ê Tirkiyê li dijî alîgirê Amedsporê pêk hat.

Karkerê înşaetê Suleyman Konat di 30ê Tebaxê de dema li Bayburtê dixebitî û formayê Amedsporê li xwe kiribû, rastî êrişa 15 kesan hat.

Piştî êrîşê hat tespîtkirin ku pozê Suleyman Konat ji 5 cihan şikestiye.

Hate gotin ku kesên êrîşkar gotinên “Ev der Bayburt e, ev der dê ji Kurdan re bibe goristan” kirine.

Suleyman Konat anî ziman ku di pêvajoya birina îfadeyê ya êrîşkaran de polîsan gotine “Ev zilamên me ne, van berdin” bihistiye û tevî ku gilî jî kiriye êrîşkar hatine berdan.

Li Trabzonê li dijî jineke Amedî êrîşeke nijadperest pêk hat

Dîsa 30'ê tebaxê jineke ji Amedê ku li Trabzonê bi hevjînê xwe re dimeşiya, ji ber forma Amedsporê ya li ser wê, rastî êrîşeke nijadperest hat.

Koma êrîşkar heqarêt li jina kurd kirin û jê re dibêjin "terorîst, ev der Trabzon e tu nikarî vê formayê li xwe bikî".

Li ser vê bûyerê Amedsporê êrîş şermezar kir û xwest ku derbarê bûyerê de berpirsiyariyên yasayî bên destpêkirin.

Lê tevê bangan jî kesên êrîşkar nehatin binçavkirin û derbarê wan de ti lêpirsîn nehate destpêkirin.

Bahçelî: Ev planek li dijî pêvajoya Tirkiyê ya bêteror e

Serokê MHP'yê Devlet Bahçelî beşeke nirxandinên xwe yê di derbarê rojevê de balkişand li ser êrîşên Amedsporê.

Devlet Bahçelî êrîşên li dijî Amedsporê weke êrîşeke li dijî pêvajoyê pênasekir û got:

“Ev hewldan planeke ji bo sabotekirina Tirkiyeke bê teror e. Ew hewldanek e ji bo jehrîkirina atmosfera biratî û aştiyê ye.”

Her çendî rayedarên Tirkiyê van êrîşan weke provakasyon pênase bikin jî li gor çavdêr û raya giştî dibêjin polîtîkaya necezakirina êrîşkaran dibe sedem ku êrîşên li dijî Amedsporê zêde bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye