Li nêzî Girava Harkê dengên teqînan: Îdîaya êrîşa li ser tankera petrolê

Hat ragihandin ku li nêzî Girava Hark a ku malûvaniya termînala petrolê ya Îranê dike dengê teqînan hatiye bihîstin û îdîaya êrîşeke li ser tankereke petrolê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja şemiyê, li nêzî Girava Hark a li Kendava Basrayê, ku termînala sereke ya petrolê ya Îranê lê ye, dengê teqînan hat bihîstin. Li gorî nûçeya ajansa Fars a medyaya Îranê, piştî teqînan li herêmê ti dûman nehatiye dîtin. Di heman demê de, ajansa herêmî ya SNN'ê îdîa kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) li nêzî giravê tankereke petrolê kiriye hedef. Heta niha rayedarên Îran û DYA’yê têkildarî van îdîayan ti daxuyaniyên fermî nedane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye