Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA`yê ragihand ku xwepêşenderê girtî Mihdî Roşnî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îlamê ve cazayê bidarvekirinê lê hatiye birîn.
Mihdî Roşnî di xwepêşandên girseyî yên gelên Îranê de hatibû girtin.
HRANA`yê diyar kir ku li gorî çavkaniyek agahdar, Roşnî li girtîgehên Komara Îslamî di dema lêpirsînê de rastî îşkenceyên tund hatiye.
Mihdî Roşnî ku bi navê Sîkan Ronî jî tê naskirin ji bajarê Malkşahî ya parêzgeha Îlamê ye û jiyana wî niha di bin metirisiya bidarvekirinê de ye.