Ev demek e ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, alozî û nakokî li ser Tengava Hurmizê hene.
Ev alozî û nakokî, her ku diçe kurtir dibe.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump der barê vekirina Tengava Hurmizê de, ji Fox Newsê re wiha got:
"Kendava Hurmizê wê di demeke pir nêz de were vekirin,
An Îran wê derbeyeke pir giran bixwe.
Muzakereyên bi Îranê re bi erênî pêş dikevin.
Em hevdîtinên pir baş dikin, Îran dixwaze peymanekê çêbike.
Dema min heye."
Axios: Lihevkirina demkî ji bo 60 rojan e
Malpera nûçeyan a Axiosê ya Amerîkî, di nûçeya xwe ya spartî çavkaniyên herêmî de îdîa kir ku ji bo sererastkirina hatin û çûyîna li kendavê di navbera Îran û Umanê de li ser peymaneke demkî ya 60 rojî hevdîtin tên kirin.
Li gorî nûçeyê, di çarçoveya peymanê de keştiyên ketine Kendava Hurmizê, wê korîdora bakurê avên bejahî yên Îranê bi kar bînin û keştiyên ji kendavê derkevin jî wê korîdora başûr a di bin kontrola Umanê de bi kar bînin.
Hat îdîakirin ku wê ji derbasbûnan ti pere neyê wergirtin.
Her wiha di vê pêvajoyê de, wê mayînên di beşa navîn a kendavê de bên paqijkirin.
Lê belê hat diyarkirin ku peymana navborî hîna tekez nebûye.
Wezîrê Xezîneyê yê DYA’yê Scott Bessent daxuyanî dabû CNBC’ê û îfade kiribû ku peymana ji bo ji nû ve vekirina Kendava HurmIzê, dibe îro yan jî sibe çêbibe.
Li aliyê din Navenda Operasyonên Bazirganiya Behrê ya Îngilistanê, ragihand ku keştiyeke li kendavê bi guleyeke ku ne diyar e ji kê hat, derbe xwar û destnîşan kir ku tengasiya li herêmê didome.
Krîza li Tengava Hurmizê ya di navbera DYA û Îranê de, hîna berdewam e û li benda rêkeftin û çareseriyê ye.