Waşingtonê daxwaza hilweşandina komên girêdayî Îranê li Bexdayê kir

Waşington daxwaz dike ku Hikûmeta Îraqê yekser hemû grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê hilweşîne. Hate ragihandin ku eger Bexda vê pêngavê neavêje, dê rû bi rûyê cezayên hîn tundtir were.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çend rayedarên Amerîkî ji bo medyaya welatê xwe ragihandin ku Waşingtonê zextên li ser Bexdayê zêde kirine û şandina dolarên kaş ji bo Îraqê rawestandiye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo Fox Newsê axivî û wiha anî ziman

"Divê Hikûmeta Îraqê parastina siyasî, darayî û leşkerî ya ku ji milîsên terorîst ên hevalbendên Îranê re peyda kiriye, bi dawî bike.”

Berpirsê Amerîkayê jî wiha got:

“Amerîkayê bi awayekî zelal ragihandiye ku ew ê hemû tedbîrên pêwîst bigire da ku li dijî çalakiyên xirabkar ên Îranê li Îraqê derkeve û berjewendiyên xwe biparêze.

Ev piştgiriyên di nav hikûmetê de bandoreke neyînî ya tund li ser pêwendiyên Amerîka û Îraqê çêdikin.

Em li bendê ne ku hikûmeta Îraqê yekser hemû grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê belav bike.”

Li gorî raporeke rojnameya Wall Street Journalê, Amerîkayê hevahengiya xwe ya ewlehiyê ya ligel Artêşa Îraqê rawestandiye.

Ev biryar xebatên wekî rahênan û têkoşîna li dijî terorê jî li xwe digire. 

Her wiha hate destnîşankirin ku Amerîkayê rê li ber balafireke barhilgir girtiye ku nêzîkî 500 milyon dolarên kaş tê de bûn.

Ew pere dahata firotina petrola Îraqê bû ku di hesabên Banka Federal a New Yorkê de dihatin parastin.

Ev cara duyem e ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ku Waşington rê li ber şandina dolaran ji bo Banka Navendî ya Îraqê digire.

Amerîka vê yekê wekî karteke zextê ji bo guherîna biryarên siyasî yên Bexdayê bi kar tîne.

"Rastiya Îraqê gelekî aloz e"

Berpirsekî Hikûmeta Îraqê li ser van rêkarên Amerîkayê ji Fox Newsê re axivî û got:

"Pêwendiyên Îraq û Amerîkayê hevbeşiyeke girîng e û me bi hev re li dijî DAIŞ`ê şer kiriye."

Derbarê grûpên çekdar de wî berpirsî amaje bi wê yekê kir ku "rastiya Îraqê gelekî aloz e" û van grûpan hegemoniya siyasî û cemawerî heye.

Ji ber vê yekê wî dest nîşan kir ku çareserkirina vê pirsê hewceyî pêngavên hêdî ye da ku aramiya navxweyî were parastin.

Wî berpirsî hişyarî da ku ev rêkarên ji derve yên ku taybetmendiyên Îraqê li ber çavan negirin, dê bibin sedema encamên berovajî û zirarê bidin hewlên ji bo aramiyê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye