Li Îranê girtiyekî siyasî hat darvekirin û 4 Kurd hatin girtin

Di nav hefteyekê de cezaya darvekirinê li girtiyekî siyasî yê Belûç hatiye bicihanîn û 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin.

reset font size increase font size

Tevî şer û êrîşên dijwar ên li ser Îranê, dewlet girtin û darvekirinan dewam dike.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hana, cezayê darvekirina Emîr Ramîş, girtiyekî siyasî yê Belûç, li yek ji zindanên Îranê hatiye bicîhanîn.

Emîr Ramîş, 19 salî ye û xelkê gundê Blinkî yê girêdayî navçeya Pirsohrab bû.

Ajansa Nûçeyan a Mîzan ku girêdayî dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ye, ragihand ku ew girtî bi tawana "serhildanê" û endamtiya "Artêşa Edaletê"  hatiye darvekirin.

Duh jî, du welatiyên Kurd ên bi navên Seyîd Enwer Elewî yê ji gundê Xanler ê navçeya Oşnaviye û Vahîd Borûmand ê ji bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û ji bo cihekî nenas hatine veguhestin.

Her wiha, di 26`ê Nîsanê de jî hat ragihandin ku cezayê darvekirinê yê Nasir Bekirzade, girtiyê siyasî yê Kurd ê li Zindana Navendî ya Urmiyê, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye piştrastkirin.

Li aliyê din, Behrûz Hemmatî yê 42 salî, ji bajarê Abdananê û karmendê Nexweşxaneya Resûl Ekrem a li bajêr, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin.

Li gorî çavkaniyên Rêxistina Hana, piştî girtina wî, Hemmatî bo Girtîgeha Mapare ya li bajarê Darşehr hatiye veguhestin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye