Hêzên Îranê: Em dev ji daxwazên xwe bernadin

Gefên dewleta Îranê li ser Amerîkayê berdewam e.Desteya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku heta têkçûna temamî ya Amerîkayê li herêmê wan dest ji daxwazên xwe bernadin. Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqer Qalîbaf jî tekez kir ku Îranê di şer de di warê leşkerî û siyasî de serkeftin bi dest xistiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê 28'ê sibata 2026'an dest pê kir û 40 roj berdewam kiribû.

Piştî 40 rojan 8'ê nîsanê agirbest hat ragihandin.

Piştre bi navbeynkariya Pakistanê 18'ê hezîrana 2026'an di navbera Tehran û Washingtonê de peymanek hat îmzekirin ku ji 14 madeyan pêk tê.

Lê belê ji ber nakokiyên her du aliyan, ew peyman têk çû û şer dîsa dest pê kir û 13 rojan dewam kir.

Ji 24'ê tîrmehê ve Amerîkayê êrîşên xwe rawestandine.

Îran jî danûstandinan bi Amerîkayê red dike.

Desteya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê îro daxuyaniyek ji bo Amerîkayê belav kir û got:

"Hêzên Çekdar ên Îranê li hemberî artêşa herî biçek a cîhanê ku Amerîka ye sekinîne û serkirdeyên wan ên têkçûyî dane çokan.

Heta têkçûna temamî ya dijminê me Amerîkayî-Siyonîst a li herêmê û bidestxistina mafên gelê Îranê em dest ji daxwazên xwe yên rewa bernadin."

Qalîbaf: Îranê di warê leşkerî û siyasî de qezenc kir

Di 14`ê tebaxê de di civînek rojnamevanên parlemanî de, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqer Qalîbaf ragihand ku Komara Îslamî di warên siyasî de serkeftiye.

Serokê Parlamentoyê lê tekez kir ku gelî wî bi cesaret, dilsozî û mêrxasî li ber xwe da û wiha berdewamkir:

"Ez wekî xizmetkar û birayekî ku ji hûrguliyên operasyonê agahdar e, bi hemû hebûna xwe dibêjim ku di vî şerî de me bi rastî di warê leşkerî û siyasî de serkeftin bi dest xistiye."

Qalibaf her wiha memoranduma lihevhatinê ya di navbera Îran û Amerîkayê de wekî belgeyek serbilindî û serkeftinê di çarçoveya xurtkirina serkeftinê de li ser asta dîplomatîk bi nav kir û destnîşan kir ku ev serkeftina bi rûmet bi saya hewldanên gel pêk hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye