Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê derbarê vê operasyonê de daxuyaniyek da.
QSD'ê da zanîn ku Tîmên Oprasyonên Leşkerî (TOL), yên girêdayî hêzên wan bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî îro operasyoneke bibandor li bajarê Tebqayê lidar xist.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev Operasyon bi armanca girtina serçeteyê xeternak ê şaneyên rêxistina DAIŞ’ê yê ji bajarê Tebqyê pêk hatiye.
QSD'ê da anî ziman ku ev operasyon piştî şopandina tevgera terorîst Ehmed Ebdulqadir El Mûsa, pêk hatiye.
Hate destnişan kirin Terorîstê behsa mijarê çavdêriya wergirtin û radestkirina çekan û belavkirina wan li şaneyên terorîst dikir û nuqteyên leşkerî yên hêzên wan dişopandin.
QSD'ê diyar kir ku di operasyonê de terorîst hatiye girtin û miqdareke çek û bombeyên destan hatine desteserkirin.
HêzênSûriya Demokratîk tekez kir armanca van operasyonan pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê ye.