Li Enqerê di 14`ê cotmehê de dema ku rojnamevan Huseyîn Aykol li malê bû xwîn çû ser mêjiyê wî û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin.
Ayok, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin û bijîşkê wî got ku dermanên razandinê yên didan Aykol dîsa kêm kirine.
Hevjîna Aykol, Nûray Çevîrmen jî çû beşa çavdêriya awarte û Aykol ziyaret kir.
Bijîşkan, eşkere kir ku hişê Aykol girtî ye û xetereya li ser jiyana wî didome.
Îro jî Hevşaredarên bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên DFG`ê û xizmên Aykol çûn serdana wî.