Roja sêşemê, li çênd deverên Herêma Başûrê Kurdistanê û bi taybet li Çemçemalê, lehî rabû.
Li bajarê Kerkûkê, piştî ku lehî ket malan, elektrikê li du kesan xist. Di encamê de, jinekê jiyana xwe ji dest da û mêrek jî, brîndar bû.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî, duh serdana xwe ya meydanî ya navçeya Çemçemalê kir.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku serdana wî ya navçeyê ji bo nîşandana hevxemiyê bi xelkê herêmê re û dîtina rasterast a zirara baran û lehiyên ku çêbûyî ye.
Qubad Talebanî xemgîniya xwe ji bo asta windahiyan û hevkariya xwe ji bo êşa malbatên ku hezkiriyên xwe winda kirine, nîşan da.
Talebanî tekez kir ku ewê hemû hêza xwe dibe ku êşa wan kêm bike û aramiyê li herêmê vegerîn e.
Yekîneyeke bersivdayîna acîl û rehabîlîtasyonê hat avakirin
Wekî beşek ji bersiva lezgîn, Qubad Talebanî biryara avakirina Yekîneyeke bersivdayîna acîl û rehabîlîtasyonê da.
Erkê Yekîneya bersivdayîna acîl û rehabîlîtasyonê jî wiha ye:
Bi lez û bez pêdiviyên bingehîn ji bo kesên bandorbûne peyda bikin, di nav de stargeh, xwarin, ava paqij û lênêrîna bijîşkî.
Hewldanên saziyên hikûmet û ewlehiyê, sektora taybet û saziyên derveyî hikûmetê hevrêz bikin.
Xizmetên girîng û binesaziya zirardar ji nû ve ava bikin.
Malbatên koçber qeyd bikin û piştgiriya pêwîst ji wan re peyda bikin.
Hevrêziya di navbera hemî tîmên rizgarkirinê yên herêmî de baştir bikin.
Di hefteyên pêş de ji bo ji nû ve avakirin û bersivdayîna krîzên bi vî rengî planeke zelal pêş bixin.
Komîteyek ji bo lêkolînên zanistî hat avakirin
Di heman demê de, Qubad Talbanî biryar da ku komîteyek lêkolînê, ji bo lêkolînek zanistî bê avakirin:
Komîte wê li ser paşxane û sedemên bûyerê, eşkerekirina kêmasiyan û girtina tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina li dubarebûna bûyerên bi vî rengî di pêşerojê de, ava bibe.
Talbanî anî ziman ku hêza Çemçemalê di îradeya gelê wê û hevgirtin û piştgiriya niştecihên bajar û herêmên din ên Kurdistanê de ye.