Tehran zextê li ser Îraniyên li Almanyayê dike

Îstixbarata Tehranê zextê li ser Îraniyên li Almanyayê dike ji bo ku sîxuriyê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Almanî Welt ragihand ku dezgehên îstîxbaratê yên rejîma Îranê bi zext û gefxwarina li ser malbatên koçberên Îranî yên li welêt re, xwe di nav Almanyayê de berfireh kirine. 

Îstîxbarata Îranê van malbata neçarî hevkarî û li dijî îradeya xwe sîxuriyê dike. 

Li gorî Welt, ev taktîk di nav gelek Îraniyên li sirgûnê de baş tê zanîn, ji ber ku rejîma Îranê bi cesaret û êrîşkar hewl dide ku muxalifên potansiyel li derveyî welêt bitirsîne û hin ji wan ji bo xebatê bişîne.

Di raporê de hatiye nivîsandin ku dezgeha îstîxbaratê ya rejîma Îranê di demekê de ku zexta navxweyî bê mînak e, li derveyî sînorên xwe operasyonan pêk tîne.

Tê gotin ku nêzîkî 320 hezar Îranî li Almanyayê dijîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye