Medya Libnanê, ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê êrîş birin ser bajarokên Qelaihelh, Zibqin û Yater û herêma Mahmudiyeyê.
Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê her wiha topbaran li derdora Bint Cibeylê kiriye.
Hate diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê, bombe berdan ser du wesayitên rêya Beyrûd-Saydayê.
Li aliyê din, hate gotin ku ji başûrê Libnanê roket ber bi bakurê Îsraîlê ve hatine avêtin.
Ev êrîşên di navbera her du welatan de, di demekê de tê ku duh li Waşingtonê di navbera balyozên Îsraîl û Libnanê de hevdîtin çêbû.