Siyaseta zext û binçavkirinê ya Dewleta Îranê ya li ser hunermend û çalakvanan bê navber berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, hêzên Îranê hunermend û çalakvan Şeyda Sabirî girtin. Tê zanîn ku Şeyda Sabirî bi eslê xwe ji bajarê Yasûcê ye lê li bajarê Şîrazê rûniştibû.
Li gorî nûçeya ajansa NÛJINHA'yê, Şeyda Sabirî piştî binçavkirinê sewqî Girtîgeha Adilabad a li bajarê Şîrazê hatiye kirin. Tevî ku demeke di ser girtina wê re derbas bûye jî, rayedarên dewletê tu agahî derbarê sedema girtina vê hunermendê de parve nekirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şeyda Sabirî ji ber helwestên xwe yên mafwerî û beşdarbûna di çalakiyên cuda de, beriya niha jî gelek caran rastî zext û gefên hêzên Îranê hatibû. Şeyda Sabirî herî dawî di Cotmeha sala 2023'yan de jî li bajarê Yasûcê hatibû girtin û paşê di dawiya heman salê de, bi danîna kefaletê bi awayekî demkî hatibû berdan.