Biryar e ku îro Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr dê serdana Îranê bike.
Li aliyekî din jî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir El-Bû Seîd dê roja sêşemê 25`ê tebaxê serdana Îranê bike.
Îsmaîl Beqayî got ku Berdir El-Bû Seîd dê di dema serdanê de bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re bicive û dê bi wî re li ser mijarên dualî, herêmî û Tengava Humizê nîqaş bike.
Di dawiyê de, Beqayî got ku serdana Wezîrê Karên Derve yê Umanê ti têkiliya wê bi serdana Serfermandarê Artêşa Pakistanê ya ji bo Îranê re tune ye.
'Em ê nehêlin ku dawiya şer li gorî şertên êrîşkar be'
Di berdewamiya axaftina xwe de, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî behsa şerê bi Amerîkayê re kir.
Îsmaîl Beqayî der barê şer de wiha axivî:
"Em ê nehêlin ku dawiya şer li gorî şertên êrîşkar be.
Ne me dest bi vî şerî kiriye û ne jî me pêşwaziya wî kiriye.
Lê me her rêyek bi kar anî da ku pêşî li şer bigirin."
Îsmaîl Beqayî di besiva pirsa ku dibêje ku hin çavkaniyên rojavayî dibêjin Îranê şêwazê xwe guhertiye wekî lîstika pokerê û xetereyên bilindtir pejirandiye de wiha got:
"Em ji mêj ve lîstikvanên kişikê bûn.
Em di vê serdemê de jî bûne lîstikvanên pokerê.
Di van demên dawî de jî me têkilek ji wan dilîst."
'Me ti daxwaz ji bo tevlîbûna peymana Mekkeyê wernegirtiye'
Beqayî di civîna xwe de agahiyên ku Kanala Meyadîn a Libnanî roja yekşemê ew belav kiribûn ku dibêje Îranê vexwendnameyek ji bo tevlîbûna Peymana Mekkeyê wergirtiye, red kir.
Wî der barê peymanê de got ku îmzekerên peymana Mekkeyê ti daxwazeke fermî ji Îranê re neşandine da ku tevlî peymanê bibe.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê wiha domand:
"Me vexwendnameyek ji bo tevlîbûna Peymana Mekkeyê wernegirtiye.
Lê pêşniyar ji bo dan û standinên bi van welatan re li ser ewlehiya herêmî hatine kirin.
Peymana Mekkeyê peymaneke hevbeş di navbera Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiyê de ye.
Ev peymana di dîroka 7`ê tebaxê de di navbera hersê welatan de li Mekkeyê ji bo parastinê hatibû îmzekirin.